djo-Deutsche Jugend in Europa

 

djo-Deutsche Jugend in Europa (djo-Ciwanên Elman li Ewropa) rêxistineke ciwanan bi berjewendiya gishtiya civakê ye, ku ne bi partiyan, ne jî bi grûbên dînî-mezhebî ve girêdayî ye û di warên kultûrî (çandî) û siyasî de ji bo ciwanan xebatê dike.

 

Em wekî rêxistineke serbest ya "Jugendhilfe" (alikariya ciwanan) hatine pejirandin û armanca me Ewropayeke yekbûyî û demoqrat e, ya ku tê de karektera cûda kirinê ya sînoran ji ortê rabûye.

 

Di xebata me ya ciwanan de em alîkariya koçberên ciwan di xebatên wan yên çandî de ji bo saz kirina nasnameyekî û ji bo alîkariya întegrasyonê dikin.

 

Di xebata ciwanan de û di xebata çandî ya navneteweyî de jî djo-Deutsche Jugend in Europa proxramên ku ji bo aşitî û dostî têne pêk anîn, ango proxramên dan û standinê û yên hevdu naskirinê bi welatên rojhilata navîn, yên rohjilatê û başûrî rojhilata Ewropa re bi rê ve dibe.

 

Giraniyeke din di xebata me de jî lanet kirina koçberiya bi zorê li hemû dinyayê ye û piştgirî bi mafên sosyal, siyasî û çandî yên penaber û koçberan.

 

Li ba me herkes dikare beşdar bibe. Ferq nake, mirov li kuderê hatibe dinyê, hemwelatiya wî û rengê çermê wî çi ye. Yê muhim ew e ku kêfa wî bi xebata ciwanan re bê û dilê wî hebe mirovên nû nas bike, bi taybetî ji hêla çandî ve: Mûzîk, govend, tiyatro (şano) û pir tiştên din, li djo-Deutsche Jugend in Europa (hema hema) her tişt çêdibe.

 

collage1

collage2

collage3

ZurückNach obenDruckversion